Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Rêberê Mezîm ê Şoreşa Îslamî, Ayetullah Seyîd Mûçteba Xamineyî, di fermana xwe ya fermî de Hojet-ul-Îslam wel-Muslimîn Muhsînî Ejeî cardin wekî Serokê Desthilata Dadwerî destnîşan kir.
Nivîsa fermana Rêberê Şoreşa Îslamî wiha ye:
Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn,
Cenabê Hojet-ul-Îslam wel-Muslimîn birêz Muhsînî Ejeî (Damt Towfîqatuhu),
Bi spasdarî li hember hewldanên binirx û dilsozên cenabê we, li ser esasê xala sed û pêncî û heftan a Destûra Bingehîn, ez cenabê we wekî Serokê Desthilata Dadwerî erkdar dikim.
Koma daxwazên ku ji aliyê “Rêberê Şehîd” (Rehma Xwedê li ser be) hatine anîn û xalên ku di peyama min a roja 7ê Tîrmeha 1405an de hatine diyarkirin, rêya guhertin, geşbûn û gihîştina bi Desthilata Dadwerî ya xwestî nîşan didin.
Ez hêvîdar im ku bi hewldanên zêdetir ên cenabê we û dadwerên hêja û hevalên we yên birêz di saziya dadwerî de, û bi duayên “Serwerê me”hz.Îmam Zaman(Xweda Lizuhora wî lez bikê), miletê mezin ê Îranê ji encamên van xebatan sûdmend bibe.
Seyîd Mûçteba Husênî Xamineyî
13ê Tîrmeha 1405an
Dawîya peyamê/
Your Comment